www.sarkpostasi.com

Serlêdana Îmraliyê dîsa hat redkirin

0

Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.

Mehmet Ocalan, Fatma Ocalan û wasî Mazlûm Dînç ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê belê serdozgeriyê serlêdana malbatê red kir.

Her wiha Polat Yildirim jî ji bo bi birayê xwe Hamîlî Yildirim, Alî Konar jî ji bo bi birayê xwe Omer Hayrî Konar re û Sabîha Aslan jî ji bo bi birayê xwe Veysel Aktaş re ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne hevdîtinê çêbikin bi riya parêzerên xwe serî li serdozgeriyê dabûn, lê belê serdozgeriyê serlêdana wan jî red kir.

Heta niha 88 serlêdanên malbatan bi hinceta “keştî xerabe ye”, “rewşa hewayê nebaş e” û “Rewşa Awarte” hatin redkirin.