www.sarkpostasi.com

Dayikên Şemiyê: Hefteya bê li cihê mayî emê çalakiya xwe bidomînin

0

Dayikên Şemiyê ku xwestin di hefteya 700’emîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê bidomînin rastî astengî û mudaxaleya polîsan hat. Polîsan di mudaxaleyê de gelek kes binçav kirin. Mirovên Şemiyê ku heta 3 saetan qad terk nekirin, diyar kirin ku hefteya bê li cihê lê mane dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 700’an de xwestin bi girseyî çalakiya xwe berdewam bikin û aqûbeta windayan bipirsin. Beriya girse bigêje qadê polîsan li ser fermana Wezîrê Karên Hundir bi bombeyên gazê û guleyên plastîk mudaxaleyî girsê kir û destûr nedan ku dayik têkevin qadê. Polîsan di mudaxaleyê de bi dehan kes binçav kirin û gelek kes darp kirin. Malbat û xizmên windayan piştî 3 saetan li ber xwe dan, daxuyanî dan û belav bûn. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku hefteya bê li cihê lê mane dê çalakiya xwe berdewam bikin. Hat diyar kirin ku di mudaxaleyê de zêdeyî 50 kes hatin binçavkirin.

KAYA: TEHAMÛL NEKIRIN

Parlamenhtera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, bertek nîşanî êrîşa polîsan da û wiha got: “Werî her hefteyê me xwest vê hefteyê jî daxuyaniyê bidin. Lê xwestin bi mudaxaleyê belav bikin. Bi ser neketin û nekarîbûn me belav bikin. Çalakî tehamul nekirin. Tişta laqîkî xwe kirin. Me jî ya layikî xwe kir. Wan mudaxale kir. Em jî belav nebûn û me li ber xwe da. Me xwest yên hatin binçavkirin berdin û em li vir in.”

DESTÊ WAN LI PIŞT WAN KELEPÇE KIRIN Û BINÇAIV KIRIN

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê têkildarî mijarê daxuyanî da. ÎHD’ê diyar kir ku Wezareta Karên Hundir di hefteya 700’an de xwest çaakiya xwe berdewam bike, lê Wezîrê Karên hundir destûr nedaye. Polîsan saet di 10.30’an de dest mudaxaleyan kir. Polîsan bi xaza îsotê û kelepçeyên li pişt gelek kes binçav kirin. Li kolanan jî mirov binçav kirin. Li gorî agahiyên gihiştin ÎHD’ê Endama Komîsyona Kesên Dibin çavan de hatin windakirin Sebla Arcan, Maside Ocak, Gamze Elvan û Sekretera Şaxê Leman Yurtsever, ji xizmên windayan Ali Ocak, Faruk Eren, Hasan Karakoç, Cihan Gulunay û gleke parazvanên mafên mirovan hatin binçavkirin. Hêzên ewlehiyê di hefteya 700’î de li diji heq û hiqûqê mudaxaleyî çalakiyê kiriye. Xizmên windayan û gelek kesên din di vê êrîşê de rastî îşkenceyê hatiye. Em li vir bang li Wezîrê Karên Hundir dikin. Em dibêjin hemû kesên hatin binçav kirin bi lez wan berdin.

Xizmên windayan diyar kirin ku hefteya bê dê dîsa li cihê lê mayî çalakiya xwe berdewam bikin.