www.sarkpostasi.com

Gelek navendan piştgirî dan çalakiya 700’emîn: Emê lêgerina windayan bidomînin

0

Dayikên Şemiyê xwestin di hefteya 700’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Lê li ser fermana Wezîrê Karên Hundir polîsan destûr nedan û mudaxaleyî çalakiyê kir. Polîsan gelek kes binçavkirin. Li gelek bajaran jî bi armanca piştgiriyê bidin çalakia 700’emîn daxuyani dan û diyar kirin ku heta winda bên ditin dê çalakî û lêgerîna xwe ya ji bo windayan bidomînin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 700’î de bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” xwestin çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Lê polîsan bi fermana wezîrê karên hundir destûr nedan û mudaxale kirin. Li aliyê din gelek bajarên din bi armanca piştgiriyê bidin hefteya 700’î çalakî pêk anîn û daxuaynî dan.

ENQERE

Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê, bi çalakiyekê piştgirî da 700’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê. ÎHD’ê li pêş avahiya komeleyê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul û Kemal Pekoz, rojnameger Huseyin Aykol, xizmên windayan û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “700 hefte ye li edaletê digerim” vekirin. Dîsa wêneyên gelek kesen di çalakiyên cuda de hatin windakirin rakirin. Rêvebera ÎHD’ê ya Enqereyê Prz. Saliha Şahin, daxuyanî xwend û diyar kir ku heta edalet pêk bê û winda bên dîtin dê çalakiya xwe berdewam bikin û dest ji vê çalakiyê berdenadin. Şahîn xwest winda bên dîtin û kujer bên darizandin.

Şahîn daxwazên ÎHD’ê yên ji bo ditina windayan wiha anîn ziman:

“* Divê aqûbeta kesên bi zorê hatin windakirin bê ronîkirin.

* Bila berpirsiyarê windayan bên dîtin û darizandin.

* Divê dewlet berpirsiyarî û sûcê xwe yê windakirinê qebûl bike.

* Divê dawî li parastina kujer û berpirsiyaran bînin. Divê edalet pêk bê.

* Divê windakirina mirovan wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin û bibe zagon. Ji bo cezakirina vê yekê jî divê gav bên avêtin.

* Divê Tirkiye peymana Neteweyên Yekbûyî ya cezakirina kesên bi zorê revandine û winda kirine pêk bîne.

* Divê Tirkiye bibe aliyê Statuya Roma ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ava kiriye.”

WAN

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê jî bi heman armancê li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî da. Koma ku tevli daxuyainyê bûn wêneyên kesên hatin windakirin rakirin. Kom ji Şaxa ÎHD’ê hata Parka Feqiyê Teyran meşiyan. Di çalakiyê de parazvanên mafên mirovan, parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP, DBP û Platorma Hiquqnasên Azadîparêz, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de hevjîna Mehmet Ertak ê 26 sal berêhat windakirin Emine Ertak axivî û wiah got: “Ez û zarokên xwe gora Mehmet dixwazin. Em dixwazin gora wî hebe û fatîhayekê li ser bixwînin. Em dixwazin gora wî hebe.

Rêvebera ÎHD’ê ya Wanê Ozlem Altun jî daxuyanî xwend û xwest edalet cihê xwe bibîne û hesap ji kujeran bê pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê Servet Ertak jî diyar kir ku kesên li Qada Galatasarayê di hefteya 700’î de li edaletê digeriyan rastî êrîşa polîsan hatine û gelek kes bi lêdanê hatine binçavkirin. Ertak xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan.

EDENE

Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li Parka Abidin Dino daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de dowîzên “Dem ji bo veşartina kujeran dibore”, “Faîl diyar in, winda li ku ne?” û “Edalet dawî li bêcezatiyê tîne” rakirin. Gelek nûnerên siyasî jî tev li çalakiyê bûn. Rêvebera ÎHD’ê ya Edeneyê Zelal Demiray, diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê ku di 27’ê Gulana 1995’an de dest pê kir, 700 hefteye didome û malbat li edaletê digerin. Demîray, anî ziman ku malbat 700 hefte ne li xizmên xwe digerin û lê windakirina wan 23 salîn tê înkarkirin. Demiray, xwest berpirsiyar bên darizandin û cezakirin.