www.sarkpostasi.com

Jiyana girtiyê nexweş Koçer Ozdal di xetereyê de ye

0

Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê bi kelepçekirî li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê tê dermankirin bi temamî hişê xwe winda kir.

Endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 209’emîn de li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê li hev kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê dan. Rojnameger-Nivîskar Huseyîn Aykol, Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul û rêveber û endamên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Desteya Rêveberiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê di beşa qomayê de tê dermankirin. Çevîrmen got Ozdal ji 13’ê tebaxa 2018’an ve di beşa qomayê de tê razandin.

‘JI TAQET VE KETIYE’

Çevîrmen anî ziman ku Ozdal ji 17’ê tîrmehê heta 13’ê tebaxê di beşa girtiyan a nexweşxaneyê de hatiye ragirtin û got: “Koçer Ozdal hemû hêza xwe winda kiriye û taqeta wî nemaye. Malbata wî ya pê re hevdîtin pêk anî da zanîn ku Ozdal hişê xwe bi temamî winda kiriye. Xetereya jiyanî ya Ozdal heye.”

Çevîrmen da zanîn ku Ozdal bi kelepçekirî tê dermankirin û ev pêkanînên li dijî Ozdal Koçer li dijî rûmeta mirovahiyê ye.